
Azerbaycan ligel dorpêçkirina Qerebaxa Çiya ku ev çend meh in, kampanyaya dezenformasyonê ya derbarê rewşê de berdewam dike. Di çarçoveya vê kampanyayê de, Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Jeyhun Bayramov di serdana xwe ya bo Swîsrayê de, tevî Tatiana Valova, rêvebera giştî ya ofîsa NY, beşdarî merasima vekirina oda “Azerbaycan” li avahiya dîrokî ya Neteweyên Yekbûyî bû. li Cenevreyê.
Hatîye ragîhandinê,wekî wextê wê merasîmê Bayramov û Valovaya bi axaftin pêşda hatine, wextê kîjanê hatîye dîyarkirinê, wekî oda azêrî bona xebata ofîsa li Cênêvayê tiştekî kardare.
Wekîlên Organîzeya Netewên Yekbûyî tu cara necêribandine bighîjine Qerebaxê û bi xwe bibînin ku li wir çi diqewime, bona ku pêşîya agrêsor bigrin û rîya dorgirtî bidine vekirinê.Dewsa wê yekê Organîzeya Netewên Yekbûyî lîstika tevî Adirbêcanê berdewam dike û bi wê yekê tê bêjî piştgirîyê dide ku Adirbêcan xirabkarîyên nû mîyaserke.







