Ji Buroya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ra hatîe pêşniyarkirinê ku der barê rewşa li Qerexaxê da rûniştinên lezgîn bên organîzekirinê. Parlamenterê Vladîmîr Vardanyan li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihandîe.
“Di rûniştina ku li Parîsê hat lidarxistin da, Komîteya Karûbarên Hiqûqî û Mafên Mirovan a Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê biryar daye ku bi Buroya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ra têkilî daynin û pêşniyar bikin ku di rûniştina Cotmeha 2023’an da li ser krîza însanî ya li Qerebaxê nîqaşek were organîzekirin, ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê.