All NewsTop

Ji bo ku di pêvajoya aşitiyê da pêşçûîn dest bikeve, lazime navbera Ermenistan û Azerbaycanê de bawerî hebe. Marûkyan

Balyozê bi erkên taybetî ê Ermenîstanê Êdmon Marûkyan tekezî li ser damezrandina atmosfera pêbaweriyê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê da dike da ku li Başûrê Kafkasya aştiyeke bi îstîqrar û mayînde pêk were. Êdmon Marûkyan li ser rûpela xwe ya Xê li ser vê yekê nivîsîye.

Êdmon Marûkyan nivîsîe – “Kêmbûna baweriyê navbera Ermenistan û Azerbaycanê da pirsgirêkeke bingehîn e û ji bo bidestxistina encamên girîng di pêvajoya aştiyê da gere bê çareserkirinê. Ez bi dilgermî dikarim bibêjim ku van du salên dawîn da, serokwezîrê Ermenîstanê ji bo xurtkirina baweriyê bi danûstandinên aştiyê da, ku armanca wan pêkanîna aştiya demdirêjîe navbera Ermenistan û Azerbaycanê da ye”.

Wî anî ziman ku li hember van gavan, Azerbaycan girtiyên şer û sivîlên din  girtîgehên xwe de digre, rehînên nû ji axa Ermenîstanê û Korîdora Laçînê direvîne, leşkerên xwe ji herêmên serwer ên Ermenîstanê venakişîne, bi rêkûpêk êrîş dike. zêdetir dikuje û birîndar dike, mirovan digre, pêvajoya xêzkirina sînorên dewletê torpîl dike, 120 hezar niştecihên Qerebaxê asteng dike û birçî dihêle, danûstandinên Bakû û Steêpanakertê yên di çarçoveya mekanîzmaya navneteweyî da red dike.

Marûkyan gotîe – “Niha li gel van hemûyan, Azerbaycanê li ser xeta têkiliya bi Qerebaxa Çiya û axa Ermenîstanê ya serwer ra leşkerên xwe ava kiriye û propagandaya xwe ya dewletê li ser axaftinên şer kiriye û aştiya nazik a herêmê tehdîd dike”.

Li gor wî, ji bo vegerandina proseya aştiyê bo xaleke têgihiştî, gere civaka navdewletî û navbeynkar daxwazê ​​ji Azerbaycanê bikin ku li hember gavên Ermenistanê ku armanca wan bihêzkirina baweriyê ye, gavên guncaw bavêje.

“Ji ber vê yekê gere Azerbaycan blokada Qerebaxê veke, nûnerên Qerebaxê ra çarçoveya mekanîzmaya navneteweyî da, ku maf û ewlehiya gelê Qerebaxê garantî dike, dest bi danûstandinan bike û hêzên xwe yên çekdar ji serweriyê vekişîne, axa Ermenîstanê, azadkirina hemû girtiyên şer û sivîlên ku di girtîgehên Azerbaycanê da ne, dest bi veqetandinê. Pêvajoya li gorî nexşeya 1975-an, rakirina hemî ragihandinên veguhastinê yên li ser bingeha serweriya partiyan û qanûnên neteweyî”.- ji hêla Êdmon Marûkyan va hatî nivîsandinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button