All NewsTop

Em her plana êrîşa li ser axa serweriya Ermenîstanê şermezar dikin. Freedom House

Li ser zêdebûna rageşiya leşkerî ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê û xirabbûna rewşa li Qerebaxê da, Serokê Freedom House Maîkl Abramovîtç daxuyaniyek daye.

Em ji raporên ku dibêjin Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê li ser sînorê Ermenîstanê kelûmelên leşkerî berhev dikin, em bi fikar in. Em her êrîşeke plankirî ya li ser axa Ermenîstanê ya serwerî şermezar dikin û bang li navbeynkaran dikin ku ji bo pêşîgirtina li binpêkirinên din ên sînorên Ermenîstanê bixebitin.

Astengkirina Korîdora Laçînê ji aliyê Azerbaycanê va bi paqijkirina etnîkî ya gelê Ermenî yên herêmê ra tijî ye û krîza mirovî ya berdewam li Qerebaxê kûrtir dike. Em bang li hikûmeta Azerbaycanê dikin ku bi dilpakî tev li danûstandinên aşitiyê bibe, ewlehiya Ermeniyên  Qerebaxê wek çek li dijî wan bi kar neyne û bê şert û merc blokada li ser Korîdora Laçînê derxin da ku tevgera azad a du alî garantî bike.

Daxuyaniyê da hatîe dîyarkirinê – Em bang li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji bo nirxandina rewşa mafên mirovan a li Qerebaxê, raportorekî taybet destnîşan bike.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button