
Ti eleqeya tetbîqatan bi rageşiya di navbera Êrîvan û Bakûyê re nîne: Nûnerê fermî yê Wezareta Derve yen Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê
Tetbîqatên leşkerî yên hevpar ên leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Ermenîstanê di xwezaya normal in û ti têkiliya wê bi aloziya di navbera Êrîvan û Bakûyê re nîne. Ev yek nûnerê fermî yê Wezareta Derve, Matthîw Mîller, di brîfînga roja Duşemê de ragihand.
Li ser bersiva Moskowê ya li ser tetbîqatan, wî destnîşan kir: “Ez wisa difikirim, ku ji ber ku Rûsya di van salên dawî de axa cîranên xwe dagîr kiriye, divê ji welatên herêmê der barê tedbîrên ewlehiyê de dersên xwe nede.”
Li gor wî, Amerîka ji sala 2003an vir ve di warê ewlehiyê de bi Ermenîstanê re hevkariyê dike.
Hat zanîn, ku 85 leşkerên Amerîkî û 175 leşkerên Ermenî beşdarî tetbîqata leşkerî ya 10 rojî ya “Eagle partner-2023” dibin. Armanca tetbîqatê ew e, ku artêşa Ermenîstanê ji bo beşdarbûna mîsyonên aştiyê yên navneteweyî amade bike. Ew li nêzîkî paytext Erîvanê têne derbaskirin.
Beriya niha Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov ragihandibû, ku tetbîqatên leşkerî bi taybetî di rewşa heyî de dibe sedema nîgeraniyê.