PoliticsTop

Tetbîqata Ermenî-Amerîkî ya “Eagle Partner-2023” dest pê kir

Di çarçoveya amadekariyên beşdariya di mîsyonên aştiyê yên navneteweyî de, roja 11ê Îlonê li navenda perwerdeyê ya “Zar” a lîwaya parastina aştiyê ya Wezareta Parastinê ya Komara Ermenîstanê , destpêkirina tetbîqata leşkerî ya Ermenî-Amerîkî “Eagle Partner-2023” hate ragihandin.

Serokê Sererkanê Giştî yê Hêzên Çekdar, Alîkarê Yekemîn ê Wezîrê Parastinê Orgeneral Êdward Asryan beşdarî merasîma vekirina tetbîqata leşkerî ya hevpar bû.

Di rojên tetbîqata leşkerî de wê çalakiyên ji bo îstiqrara di navbera aliyên nakok de bên lîstin, bi pêkanîna erkên aşitiyê.

Hat destnîşankirin ku armanca tetbîqatê ew, e ku di çarçoveya operasyonên aşitiyê de asta hevxebata yekîneyên, ku beşdarî mîsyonên aşitiyê yên navneteweyî dibin, zêde bike, ji bo pevguhertina pratîkên herî baş ên di rêvebirin û ragihandina taktîkî de, û her weha ji bo zêdekirina amadebûna yekîneya ermenî ji bo nirxandina plankirî ya NATO/GCC “Konsepta Kapasîteya Operasyonê

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button