PoliticsTop

Rûsya wê biryara Ermenîstanê ya ji bo tetbîqata leşkerî ya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re analîz bike: Peskov

Rûsya wê analîz bike, ka çima Ermenîstan biryar dide, ku tetbîqatên leşkerî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re , û ne bi RPEK re derbasbike.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, sekreterê çapemeniyê yê Serokomarê Rûsyayê Dmîtrî Peskov ev yek ragihand û diyar kir, ku di encama diyaloga bi Erîvanê re wê analîzeke wiha were kirin.

“Ji ber ku çawa Ermenîstanê eşkere nekir daxwaza xwe ya ji bo tetbîqata leşkerî bi RPEK re û niha jî xwesteka xwe ya ji bo tetbîqata leşkerî bi Amerîkî re ragihand, belkî ji bo me ev biryarin, ku hewceyî analîzek pir û pir kûr in, ku em tam fêm bikin, ka çima Ermenîstan biryarên wiha dide, çi armanc têne şopandin?” berdevkê Kremlînê got.

Wî tekez kir ku Moskow “wê hewl bide, ku wateyekê jê re bike û fem bike”.

“Lê belê, bi her awayî, em ê van hemûyan di çarçoveya diyalogeke nêzîk û hevkariyê ya bi aliyên Ermenî re bikin:” Peskov got.

Beriya niha Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê ragihandibû, ku ji 11 heta 20ê Îlonê tetbîqata leşkerî ya hevpar a Ermenî-Amerîkî “Eagle Partner-2023” wê li axa Ermenistanê were derbaskirin ,ji bo pêkanîna pevguhertina baştirîn pratîkên ragihandinê yên rêveberî û taktîkî, û herwiha ji bo zêdekirina amadebûna yekîneya Ermenîyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button