
Kombûna hêzên Azerbaycanê du armancên sereke dişopîne. Zanyarê Siyasî Armen Petrosyan di 8ê Îlonê de bi “NEWS.am” ê re li ser wê pirsî axivî.
“Berî her tiştî, Bakû îhtîmala destpêkirina şerekî nû di rojeva xwe de digire û biryardariya xwe ya ji bo pêşdebirina berjewendiyên xwe bi her awayî, di nav de şer jî, nîşan dide. Ya duda, armanca vê gavê heye, ew e ku Ermenîstan û Artsaxê di bin tehdîda destpêkirina şerekî nû de neçar bikin, ku tawîzên yekalî bidin. Ji vê re dibêjin dîplomasiya leşkerî:” wî diyar kir.
Pispor di wê baweriyê de ye, ku her kes fem dike, ku metirsiyek cidî ya şer heye.
Li gorî Petrosyan, bi beşdariya Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Fransayê bi hev re danûstandinên li pişt perdê tên kirin.
Têkiliyên aktîf ên Fransa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi aliyan re, û her wiha serdana Xovayêv, hevserokê Rûsî yê Koma Mînskê ya OSCE li herêmê, bi bîr xist.
“Ev hemû ji bo pêşîgirtina li zêdebûna rageşiyê ye, lê bandora vê çalakiyê ya demkurt hîn ne diyar e. Di heman demê de ji bo bandorkirina li herêmê di navbera wan de pêşbaziyek heye:” zanyarê siyasî got.