PoliticsTop

Paşînyan amade ye, ku bi Serokomarê Azerbaycanê re gotûbêjên lezgîn derbaske

Navenda Çapemeniyê ya Hikûmeta Ermenîstanê ragihand, ku Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di dawiya hefteyê de bi serkirdeyên çend welatan re bi telefonê axivî. Di nav wan de Serokomarê Fransa Emmanuel Makron, Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî, Kanslerê Almanyayê Olaf Sçolz, Serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Xerîbaşvîlî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthonî Blînken jî hebûn.

Di axaftinê de amaje bi kûrbûna kirîza mirovî ya li Qerebaxê ya ji ber girtina neyasayî ya Korîdora Laçînê, kombûna leşkerên Azerbaycanê li derdora Qerebaxê û her wiha ji bo zêdebûna rageşiya li ser sînorê dewleten Ermenîstan û Azerbaycanê, hate kirin.

Nîkol Paşînyan carek din pabendbûna xwe ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan tenê bi rêyên dîplomatîk û di atmosfereke avaker de, li ser lihevhatinên ku di 6ê Çiriya Pêşina 2022an de li Pragê û 14ê Gulana 2023an li Brukselê pêk anîne, piştrast kir.

Serokwezîrê Ermenîstanê û hevtayên wî alozbûna rewşê qebûl nekirin û tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina aştî û aramiyê li navçeyê kirin.
Nîkol Paşînyan tekez kir, ku ew amadene ji bo vê mebestê bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev re gotûbêjên lezgîn bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button