PoliticsTop

Palon: Heger em ji Alîyev hesap negirin, wê jiyana bêhejmar ermenîyan di xetereyê de bimîne

Parlamenterê Amerîkî Frank Palon li ser mîkrobloga xwe ya “X” ê, banga stêrka televîzyona Amerîkî ya bi eslê xwe Ermenî Kîm Kardaşîan ji Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Jo Bayden re, ku qirkirina gelê Ermenî rawestîne, nivîsî.

“Spas, Kîm Kardaşîan, ku çîroka xwe pêşkêş kir û gelê Ermenî parast. Heger em ji Alîyev ji bo dorpêçkirina neqanûnî ya Korîdora Laçîne hesab nepirsin, wê jiyana bêhejmara ermenîan di xetereyê de bimîne. Ji bo bidawîkirina vê qeyrana mirovî divê êdî Amerîka tevbigere:” wî banga Kardaşîan di mîkrobloga xwe de şîrove kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button