
Nûnerê Bilind ê Karên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borel bi Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Jeîhun Bayramov re bi telefonê axivî.
“Min dilgiraniya xwe ya li ser rewşa mirovî ya, ku ermenîyên Qerebaxê rû bi rû mane, dubare kir.
Niha divê Korîdora Laçînê ji nû ve bê vekirin. Rêyên din, wek Axdam, dikarin wekî beşek çareseriyê werin vekirin, lê ne wekî alternatîf, “Borel li ser mîkrobloga xwe ya “X” ê de nivîsî.