PoliticsTop

Di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de her peymanek aştiyê divê maf û ewlehiya gelê Qerebaxê biparêze: Blînken

Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthonî Blînken belav kir û tê de tekezî li ser wê yekê kir, ku her peymanek aştiyê di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de divê maf û ewlehiya gelê Qerebaxê biparêze. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî teşwîqê diyaloga di navbera gelê Baku û Qerebaxê de dike.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Amerîka ji ber xirabûna bilez a rewşa mirovî ya li Qerebaxê, pir nîgeran e. Em amaje dikin, ku barên mirovahî li nêzîkî herdu rêyên Laçîn û Axdamê ne, û em banga xwe ji bo vekirina demildest û hevdem ya herdu korîdoran dubare dikin, ji bo misogerkirina gihandina bargehên mirovahî yên pir pêwîst ji mêr, jin û zarokên Qerebaxê re. Her wiha em bang li rêberan dikin, ku xwe ji her kiryarek, ku rageşiyê zêde dike, an jî ji wê armancê dûr dixe, dûr bixin. Ji bo çareserkirina nakokiyan bikaranîna hêzê nayê qebûlkirin.

Di bin ronahiya bilindbûna aloziyên vê dawiyê li Kafkasya Başûr de, Dewletên Yekbûyî wê bi xurtî piştgirîya hewildanên Ermenîstan û Azerbaycanê bike, ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyaloga rasterast, ji bo bidestxistina aştiyek bi rûmet û mayînde. Em dubare dikin, ku her peymana aştiyê ya di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de, divê maf û ewlehiya gelê Qerebaxê biparêze. Her wiha em em teşwîq dikin diyaloga di navbera gelê Baku û Qerebaxê de.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê her wiha destnîşan dike, ku tekane rê aştî, diyalog û asayîkirina peywendiyên Ermenîstan û Azerbaycanê ye, ku li ser esasê rêzgirtina dualî ya ji serwerî û yekparçeyiya axa hev re ye.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button