
Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Hikûmeta Almanyayê der barê peywendiya telefonî ya Serokwezîrê Almanyayê Olaf Sçolz û Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan de peyamek weşand.
“Serokwezîr Sçolz îro bi telefonê bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re axivî. Li ser rewşa aloz a, ku li ser sînor a di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de derketiye, axaftin hate kirin. Serokwezîr nîgeraniya xwe ya kûr der barê rageşiya her ku diçe zêde dibe di hefteyên dawî de, bi taybetî tevgera yekîneyên leşkerî, diyar kir.
Hikûmeta federal bi tundî daxwaz dike, ku xwe ji her zêdebûnek leşkerî dûr bixin. Niha pêwîst e bi lez derbaskirina lihevkirinek derbarê gihandina alîkariyên mirovî ji bo gelê Qerebaxê, di nav de vekirina Korîdora Laçînê. Nakokiya Ermenîstan û Azerbaycanê tenê bi rêya dîplomasiyê çareser dibe. Divê êdî her kes bi awayekî avaker ji bo vê armancê bê dereng bixebite:” peyamê de tê gotin.
Pêştir xebatkarên serokwezîrê Komara Ermenîstanê li ser peywendîya telefonî ya hert du serokan agahî dabû.







