
N. P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê têdinivîse, wekî nav h’evtya derbazbûyî h’al Qafqasîya Ce’nûbêda bi cehwerî tûjbûye.
Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- P’aþînyan derheqa vê yekêda wexta r’ûniþtina H’ökömetê got.
“Me’nî ewe, wekî Adrbêcan bênavbir’î e’skera bi dirêjaya xeta hevsûbûna t’ev QÇ’ û sînorê Ermenîstan-Adrbêcan dicivîne. Çapgerîya adrbêcanîda hr’êtornasîya e’ynata e’k’sîermenî diha zêdebûye. Nisbetî t’opraxa Ermenîstana serbest sîasîya destdirêjaya pêþda diçe”,- P’aþînyan got.
Serekwezîr anî bîr, wekî 1-ê meha îlonê qewata adrbêcanîye sîlih’bûyî fesadîya nisbetî t’opraxa Ermenîstana serbest p’ara merza Gêg’ark’ûnîk’êye Sot’k’êda destpêkir, dest k’îjanê 3 qölixçîyê WX-ye e’skerîyê hatne köþtinê. “Berî vê fesadîyê hindava Adrbêcanêda destbi belakirina salixê qelpe derhexqa t’er’ibandina r’êjîma agirr’awestinêye ser sînorê Ermeenîstan- Adrbêcan bûye”,- P’aþînyan got.