PoliticsTop

Paqijkirineke din a etnîkî dikare çêbibe û em guh nadin wê. Gotara “New York Times” li ser rewşa Qerebaxê

Azerbaycan ji wê yekê sûd werdigire, ku Rûsya bi aloziya Ukraynayê re mijûl e û vê yekê ji bo pêkanîna “sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê” bikar tîne.

Nivîskarê rojnameya New York Times Nîkholas Krîstof di derbarê rewşa Qerebaxê ya ji ber dorpêçkirina Korîdora Laçîn de nêrînek wiha anî ziman.

Gotar bi sernavê: “Dibe ku paqijiyeke din a etnîkî çêbibe û em guh nadine wê.”

“Dibe ku we li ser hovîtiya Azerbaycanê ya li dijî herêma ermenî ya bi navê Qerebaxa Çiya nebihîstibe, lê ew hêjayî lêkolînê ye:” Nivîskarê gotarê dinivîse û rapora serdozgerê berê yê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, Luîs Moreno Okampo, ku gotibû li Qerebaxa Çiya li dijî Ermenîyan “komkujî pêk tê”, bi bîr tîne.

Okampo ji Nîkholas Kristof re got, divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hêzên din ên cîhanê, di Brîtanyaya Mezin jî , ku di vê mijarê de bêdeng e, zexta li ser Azerbaycanê zêdetir bikin.

Gotara ku di rojnameya “New York Times” de hatiye weşandin, careke din behsa biryara Dîwana Edaletê ya Navdewletî dike, ku li gor wê divê Azerbaycan dorpêçê rake û herwiha behsa rewşa dijwar a mirovî ya li Qerebaxê dike.

“Azerbaycanê di sala 2020an de şerekî demkurt kir û tê de piraniya deverên dorpêçkirî vegerandin, û niha ew dixwaze yên mayî vegerîne û, bi baweriya min, piraniya nifûsa ermenî ya etnîkî derxe:” gotarê de tê gotin.

Di gotarê de tê gotin, ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Rûsya, ku di gelek mijaran de xwedî helwestên pir cuda ne, li ser vekirina Korîdora Laçînê ya Azerbaycanê li hev dikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button