PoliticsTop

Endamê Parlamentoya Ewropayê bang li YE û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir , ku ji bo dîtina çareseriyek pejirandî ji bo Ermenîyên Qerebaxê sê caran hewlên xwe zêde bikin

Endamê Parlamentoya Ewropayê, raportorê pirsên Ermenîstanê Andrey Kovaçev di wê baweriyê de ye, ku divê YE û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zextê li Azerbaycanê bikin, da ku rêya Korîdora Laçînê wekin û tevgera azad a dualî misoger bikin.

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê destnîşan kir, ku siyaseta Azerbeycanê ji bo avakirina atmosfera baweriyê û ji ber vê yekê jî, ji bo pêkanîna peymana aştiyê, nabe alîkar. Kovaçev qebûl nake û şermezar dike, ku Azerbaycan rêzê li daxuyaniya sê alî ya sala 2020-an nagire. Li gorî wî, Azerbaycan li şûna, ku hemû girtiyên ermenî yên şer vegerîne, kesên nû digre. Raportorê pirsên Ermenistanê destnîşan kir, ku ji sê prensîbên bingehîn ên, ku di çarçoveya hevserokatiya Koma Mînskê de hatine bidestxistin, rêz li duyan nayê girtin: bikaranîna hêzê heye û mafê çarenûsî bi tevahî tê paşguhkirin.

“Divê em zextên li ser Azerbeycanê ji bo vekirina Korîdora Laçîn, ku tekane girêdana rasterast a di navbera Ermenîstan û Qerebaxê de ye, bidomînin. Her wiha pêwîst e piştgiriya gelê Ermenî yên li Qerebaxa Çiya jî bidome. Rewşa ku hatiye afirandin, eşkere daxuyaniya sê alî ya sala 2020ê binpê dike, ku garantî bû, ku ev korîdor wê di her du aliyan de bixebite û garantorê wê hebûna leşkerî ya Rûsyayê be:” Kovaçev got.

Wî bal kişand ser vê yekê, ku peymana aştiyê ya di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de, divê ji bo xêzkirina sînoran be, garantî be ji bo ermeniyên Qerebaxa Çiya û tenê li ser esasê destûr û yasayên Azerbaycanê nebe.

Li gorî Kovaçev, ji bo parastina jiyana rojane, perwerde, ol, pêşkeftina kariyerê û refaha civakî ya ermeniyan, garantiyên navneteweyî pêwîst in, ji ber ku Qerebax mal û warê wan e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button