Em îro careke din tekez dikin, ku 120 hezar xelkê Qerebaxê ji ber siyaseta Azerbaycanê, dorpêçkirina neqanûnî ya Korîdora Laçînê, dîsa li welatê xwe rastî metirsiya paqijkirina etnîkî hatine. Berdevka Wezareta Karên Derve Anî Badalyan di mîkrobloga xwe ya “X” de ev tişt nivîsî.
“Civaka navneteweyî ji rewşê agahdar e, em hêvî dikin, ku ew hewlên bibiryar bidin ji bo pêşîgirtina li wê:” Anî Badalyan diyar kir.