Bi e’lamkirina h’eyecabûnê- h’esarkirina Arsaxêye hindava Adrbêcanêva girêdayî. E’frandarê ne’mê li sedrê WAY dikne bangî t’emamîya t’esîra xwe bide xevatê- t’erka r’iya t’ek t’enê, k’îjan Arsaxê dinîya derekeva girêdide, bide- qedexedadana sivdera Laçînê hindava Adrbêcanêda, lê isa jî cefê bivîne- bigihîjne serr’astkirina miqabilîhevbûnêye we’dedirêj.
“…em hîvî we dikin gavê lez bikin- h’esarkirina Arsaxê r’awestînin, ardimîya merivdostîyêye lazim bidin û k’efîlkin, wekî ew barê bi me’na e’mir bigihîje cî, t’erka cor û cefê cime’ta Arsaxê bidin û k’omköjîya diþûlike, betalkin, þe’dê k’îjanê emin. Em t’emîyê didin ya îht’îmal bikin”,- ne’mêda nivîsîye.