Asta têkiliyên Ermenistan û Fransayê tê gahartnê. Pisporê Enstîtuya Zanistên Siyasî ya Parîsê Kayt Mînasyan di axaftina xwe ya bi nûçegihanê NEWS.amê re ev tişt got.
Bi gotina wî, derbasbûna ji asta mirovî û çandî bo asta hevkariyên leşkerî-siyasî û aborî tê kirin.
Zanyarê siyasî diyar kir ku Fransa dxaze xwediyê van hevkarên navneteweyî bê ku dê alîkariya wê bikin ku bandora xwe li herêmên cuda yên cîhanê biparêze, çi Asyaya Navîn, çi Kafkasya Başûr û çi Ewropa.
“Fransa ji ber têkiliyên xwe yên baş bi Ermenîstanê ra, hewl dide hebûna xwe ya çandî li herêmê xurt bike.”
Mînasyan anî ziman ku Ermenistan û Fransa di asta serokên dewletan da jî di nav têkiliyên baş da ne.