All NewsTop

Em hazirn bi alîî Azerbaycanê ra li cihê hêzên aştîparêz ên Rûsyayê yan jî li cihekî din ê ewle bicivin. Gûrgîn Nîrsîsyan

Gere serî bidin Federasyona Rûsyayê, ji hemû aktorên ku bi rewşê ra eleqedar in, bi pêşniyar û daxwaz bikin ku di derbarê rewşa Qerebaxê û pirsên ewlehiyê da bi Azerbeycanê ra civînek were organîzekirinê. Wezîrê Qerebaxê yê Çiya Gûrgên Nêrsîsyan li ser Facebookê ev agahî daye.

Nêrsîsyan gotîe – “Ji ber ku tu kes nikare ewlehiya fîzîkî ya welatiyên me yên li ser axa Azerbaycanê garantî bike, ew civîn dikare li cihê hêzên aştîparêz ên Rûsyayê an cîhek ewledar a din, bi beşdariya aliyek sêyemîn were kirinê, ku bi rêkî avakaryê û têkneçûna peymanên ku hatine kirin bên temînkirin.

Em gerekî deqekî biseknin û bi zelalî fêhm bikin ku em ber bi ku ve diçin û bi çi awayî, li gorî rojeva kê û çawa, di vê hevdîtinê da jî rojeva xwe derxînin pêş. Vê hevdîtinê wê civînê ra bi raya giştî cere bên pêşkêşkirin û piştî wê biryar bên dayînê”.

Li gorî Nêrsîsyan, divê encamên wê civînê ji raya giştî ra bên pêşkêşkirinê û piştî wê biryarên bên dayînê. Pêwîst e hemû pirsgirêkên ku hene bi berpirsyarî rabin û bi wêrekî rabin ser piyan û ji bo çareserkirina wan pêşniyarên zelal pêşkêş bikin, guh bidin aliyên dijber û di derbarê wan de nêrîna xwe diyar bikin.

“Belê, dibe ku karê nede, lê ev jî teqez e. Di vê rewşê da divê civaka navneteweyî, Federasyona Rûsyayê û Ermenîstanê ji bo rizgarkirina gelê Qerabaxê ji mirinê gavên zelal bavêjin.” Wî gotîe:

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button