Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragihand ku Bakû bi her awayî diyaloga bi Stêpanakêrtê re berdewam dike torpîl dike û hewl dide ku berpirsiyariyê bixe stûyê Qerebaxê. Serokwezîr di civîna hikûmetê de ev yek ragihand.
“Agahiyên ku di destê me de ne, îspat dikin ku Bakû bi her awayî diyaloga bi Stêpanakêrtê re bênavber torpîl dike û hewl dide ku berpirsiyariyê bixe stûyê Qerebaxê.
Helwesta Komara Ermenîstanê wek xwe dimîne, mijarên têkildarî maf û ewlekariya Ermeniyên Qerebaxê divê di çarçoveya mekanîzmaya navneteweyî de bi diyaloga Bakû-Stêpanakêrtê bên çareserkirin.”
Di vê çarçoveyê de, Serokwezîr pêkanîna xala 7 ya daxuyaniya sê alî ya 9ê Mijdara 2020an jî girîng dibîne, ku tê de penaber û awareyên navxweyî ne tenê ji bo xaka Qerebaxê, lê ji bo navçeyên cîran jî vegere. .
Paşînyan got, “Ev tê wê wateyê ku ne tenê ermeniyên Martakertê, çend gundên Hedrûdê, çend gundên Martûniyan, divê ji Getashen, Martunashen, Şahumyan û herêmên din re jî derfet hebe ku bi rûmet û ewleh vegerin malên xwe.” .