
Balyozê Peywirên Taybet ê Ermenîstanê Êdmon Marûkyan diyar kir ku Azerbeycan li Qerebaxê polîtîkaya qirkirina etnîkî ya klasîk dimeşîne.
Marûkyan li ser vê yekê di mîkrobloga xwe ya X (berê “Twitter”) de nivîsî.
“Azerbaycan li Qerebaxê polîtîkayeke klasîk a paqijkirina etnîkî dimeşîne. Li gorî agahiyên me, Baku ji bo ku ermeniyên Qerebaxa Çiya bêyî îmkana vegerê ji herêmê derxîne plan dike ku bi awayekî yekalî Korîdora Laçîn veke. Ev polîtîkayeke klasîk a paqijkirina etnîkî ye: Pêşî gulebaran dikin, dikujin, mirovan dîl digirin, demeke dirêj birçî dihêlin, paşê tenê rêyekê vedikin ku ji ber van şert û mercên nemirovane mirov ji Qerebaxa Çîyayê derkevin. Divê ev yek bi mudaxeleya navneteweyî bê rawestandin.”
Marûkyan di nivîsa xwe de behsa Serokê Amerîkayê Jo Bîdên, Wezîrê Derve Êntony Blînkên, Serokê Fransa Emmanûêl Makron, Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl, Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josêp Borrêl kir.