Hikûmeta Azerbaycanê dijminatiya xwe ya li hember Dêra Pîroz a Ermenîstanê zêde kiriye û ew wek stûna 5emîn, propagandaya rêvanşîzmê û şer nav kiriye, ku divê li bêş wê gere bê girtinê. Parêzvanê berê yê mafên mirovan ê Ermenîstanê Arman Tatoyan li ser rûpela xwe ya Facebookê li ser vê yekê nivîsîe.
“Bi taybetî Katolîkên Ermenî û Dayika Etçmîadzînê, kompleks û dêrên mezin ên rohanî, wek Noravank, Hagartşîn, Gêghardavank tên hedefgirtinê. Heta navêEtçmîadzînê jî guherandine.
Ev hemî bi berfirehî wekî abîdeyên azerî, bi taybetî, albanî an ûdî têne pêşkêş kirin. Her wiha em behsa dêrên ku li Ermenîstanê û li Qerebaxê hatine çêkirinê.
Armanca vê yekê rasterast ji holê rakirina nasnameya ermenî ya etnîkî ye.
Ev hemû di çarçoveya feraseta derewîn a “Azerbaycana Rojava” de, ku tê wateya tevahiya Ermenîstanê, pêk tê.
Hikûmeta Azerbaycanê ne tenê li hundir, li wlatê dervara jî ji bo gurkirina dijminatiya olî ya li dijî Ermeniyan hewl dide.
Serokkomarê Azerbaycanê carekê bang li alema misilman kirîe ku tola Ermeniyan û Ermenîstanê hilînin, gelê me bi Îslamofobiyê bi derewaî gunekar kirîe.