All NewsTop

Hikûmeta Azerbaycanê bajar û gundên Ermenistanê bi naven qestî nîşan  dide wekî ew Azerbaycanê. Tatoyan

Hikûmeta Azerbaycanê di bin navê mirovatiyê de, lîsteyên sexte amade dike, tevahiya axa Ermenîstanê wekî Azerbaycan nîşan dide. Midûrê “Navenda Tatoyan ji bo Hiqûq û Dadmendiyê” parêzvanê berê yê mafên mirovan ê Ermenîstanê Arman Tatoyan li ser rûpela xwe ya Facebookê li ser vê yekê nivîsîe.

Bi koordînasyona rasterast a hukûmeta Azerbaycanê, ku behsa Ermenistanê dike, di çarçoveya konsepta tam derewîn a “Azerbaycana rojavayî” da, lîsteyên taybetî yên koordînasyonê ji bo kesên ku jê re dibêjin “Azerbaycana rojavayî” vedigerînin, hatin amadekirinê.

Di wan lîsteyan de navên bajar û gundên Ermenîstanê bi navên sexte yên Azerbaycanê hatine temsîlkirinê.

Ev bi rastî bernameyeke leşkerî-siyasî ya hukûmeta Azerbaycanê ye, lê hewl tê dayîn ku karekterek mirovahî jê re were dayîn da ku armanc û metirsiyên nû yên li ser Komara Ermenistanê werin veşartinê. Ji bilî vê, ew ne li ser 1 an 2 niştecîh, lê li ser tevahiya axa Ermenistanê ye. wek dibêjin, 29.800 km2.

Bi taybetî girîng e ku di sala 2020 de Beriya şerê 44 rojî li Azerbaycanê peyva “Azerbaycana Rojava” bi kêmasî dihat bikaranînê.

“Divê ev hemû weke parçeyek ji polîtîkaya faşîst a dewleta Azerbaycanê ya dijminatiya Ermeniyan a ku di rastiyê de ti eleqeya wê bi aştiyê re nîne û di şert û mercên dijminatiya Azerbaycanê de tê meşandin.” – wî nivîsîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button