
Azerbaycan zeviya genim a gundê Sarûşen a Qerebaxa Çiya di bin agirbeste de dihêle û îmkana nan ji şêniyan bêpar dike. Balyozê Peywirên Taybet ê Ermenîstanê Êdmon Marûkyan li ser vê yekê di “X” ê de nivîsî.
“Azerbaycan ji aliyekê ve rê nade, ku ji Ermenîstanê kelûmelên mirovahî, ar û xwarinên din ên sereke bên şandina li Qerebaxê, ji aliyê din ve guleyan li gundiyên aştîxwaz dibarîne, û nehêle, ku genimê ku çandine berhev bikin û nan bipêjin.
Aliyê mirovî yê vê pirsgirêkê siyaseta Azerbaycanê ya paqijkirina etnîkî ye û pirsgirêka sereke ew e, ku Azerbaycan hemû rê û rêbazan bikar tîne, da ku mirovên aştîxwaz ji welatê wan, ku bi sedsalan lê dijîn derxe.
Wisa xuya ye,Civaka Navdewletî dixwaze bêje, ku ew ne dikarên ewlehiya xelkên li Qerebaxa Çiyayî misoger bikin, da ku genim ji zeviyan kom bikin, ev 3 hefte ye ne jî dikarên ar derbaskin korîdora Laçînê ve, ji bo 120 hezar kesên Qerebaxê:” wî nivîsî.