
Aliyê Qerabaxê yê herî zêde eleqedar e, da ku em bi rêya danûstandinan bi awayekî aştiyane bigihin çareseriyeke berfireh a kêşeya Azerbaycan-Qerabaxê. Ev yek ji aliyê wezîrê karên derve yê Qerabaxê , Sergey Xazaryan ve hat gotin, ku bersiva vê pirsê da, ku danûstandinên di navbera Stepanakert û Bakûyê de çawa dikarin bên organîzekirin.
“Li vir tenê divê em behsa çend rewşên girîng bikin. Ya yekem, danûstandinên bi vî rengî divê di çarçoveya formata navneteweyî de pêk werin, ku wê rê bide aliyên beşdar, ku bibînin, ku danûstandin li gorî pîvan û daxwazên hiqûqa navneteweyî dimeşin.
Ya duyemîn jî, divê garantiyên zelal bên danîn, ku alî erkên xwe bi cih bînin, ji ber ku di destê me de belgeya 9’ê Çiriya Paşinê heye, ku tê de îmzeya Serokkomarê Azerbaycanê jî heye û lê ew ne derbasdar e:” got Xazaryan.
Derbarê pêşniyarên ji bo hevdîtina bi nûnerên Azerbaycanê re jî, Xazaryan da zanîn, ku pêşniyara hevdîtina li ser xaka welatekî sêyemîn hatiye dayîn û di destpêka meha Tebaxê de civîneke wiha hatibû plankirin, lê aliyê Azerbaycanê beşdarbûna xwe betal kir.
“Pêşniyara hevdîtina li Evlaxê ji me re hat. Lê wek hûn jî dizanin, hevwelatiyê me Vagîf Xaçatryan dema, ku derbasî Ermenistanê bû, ji aliyê hêzên Azerbaycanê ve hat revandin. Li gorî wê mantiqê, bi taybetî bêyî navbeynkariya navneteweyî, bêyî amadebûna aliyekî sêyem, di nav axa Azerbaycanê de, her hevdîtin ne pêkan in.
Ez vê yekê jî zêde bikim, ku aliyê Qerabaxî bi rêya hêzên aştîparêz ên Rûs bi berdewamî pêşniyarên hevdîtinan digihîne, ku ji aliyê Azerbaycanê ve tên paşguhkirin. Hûn dizanin ku civîna dawî ya bi vî rengî di 1ê Adarê de pêk hat û tê de mijarên teknîkî û mirovî hatin gotûbêjkirin, lê aliyê Azerbaycanê hewl da ku naveroka wê civînê berevajî bike û di 5ê Adarê de jî me operasyona sabotajê ji aliyê Azerbaycanê ve dît, ku di encamê de 3 polîs hatin kuştin û yek jî birîndar bû.