
Komîteya Xaça Sor a Navdewletî der barê rewşa dijwar a mirovî ya li Qerebaxê de daxuyaniyek da.
“Tedarîka dermanan herî dawî di 7’ê Tîrmehê de, erzaqan jî di 14’ê Hezîranê de bû. ICRC bang li biryarderan dike ku lihevhatinekê bibînin û rê bidin, ku tedarîka pêdiviyên mirovahî yên bilez ji nû ve werin destpêkirin.” di daxuyaniyê de tê gotin.
Komîteyê bi bîr xist ku ICRC tekane rêxistina mirovahî ye, ku li Korîdora Laçînê kar dike, ku hewcedariyên mirovahî, yên ku zêde dibin, peyda bike.
ICRC her wiha da zanîn ku bi sedan nexweş ji bo berdewamkirina dermankirinê bi rêya wan sewqî Ermenîstanê hatine kirin û bi tonan alîkariyên mirovî ji bo Qerebaxa Çiya hatine şandin.