PoliticsTop

Ev bloke jenosîd e, armanc tunekirina nifûsa ermenî ya li Qerabaxê ye: Enstîtuya Lemkîn

Enstîtuya Pêşîlêgirtina Jenosîdê ye bi navê Lemkîn peyamek weşand û diyar kir, ku enstîtu bi xemgîne ji nûçeya mirina welatiyê bi navê K, Hovhannisyan ê 40 salî, ku di 15’ê Tebaxa 2023’an de di encama dorpêça Azerbaycanê ya li ser Qerabaxê de, ji birçîbunê jiyana xwe ji dest da.

“Abloqeya li ser Qerabaxê, ku ji 12ê Kanûna Pêşîn a 2022an vir ve berdewam dike, her ku diçe dibe sedema zêdebûna kêmxwarinê û aloziyên bijîşkî. Mirov nikarin xwarin û lênerîna bijîjkî ya rast bistînin. Niha ev bloke bûye sedema mirina welatiyên Ermenî yên li Qerabaxê ji ber birçîbûnê.

Ev bloke bi armanca xwe jenosîdîye, ku ew e, ku nifûsa ermenî ya li Qerabaxê yan bi koçkirina komî yan jî bi birçîbûna girseyî tune bike. Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev gelek caran ev yek ragihandiye, di daxuyaniya xwe ya 29ê Gulana 2023an de jî gef xwariye: “Wê vexwendina sêyemîn nebe.” An ew ê bi dilê xwa werin cem me, an jî wê bûyer di rêyek din de pêş bikevin. Hemû îmkanên me hene, ku em her operasyonekê li vê herêmê bikin. Ji ber vê yekê, divê parlament were hilweşandin, elementa ku ji xwe re dibêje “serok” divê tesmîl bibe, hemû “wezîr”, “cîgir” û yên din cihên xwe terk bikin. Tenê wê demê em dikarin behsa efûyê bikin.”

Enstîtuya Lemkin dixwaze eşkere bike, ku serokên wekî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, Serokê Konseya Ewropayê Şarles Mîşel, Serokê Fransa Emmanuel Makron, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Şolz, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Jo Bayden, Wezîrê Karên Derve yen Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Anthonî Blînken û hemû rêberên din ên ku bêcezabûna, ku niha Serok Alîyev bi wan re kar dike, çêkirin, rasterast ji mirina wî mirovî û her kesê ku dibe ku di encama dorpêçê de bimire, berpirsiyar in. Dibe ku ew jî di sûcê Jenosîdê de bin.

Enstîtuya Pêşîlêgirtina Jenosîdê ye bi navê Lemkin dixwaze careke din eşkere bike, ku her kes û dewlet, ku beşdarî dorpêçkirina Azerbaycanê ya li ser axa Azerbaycanê bibe, çi rasterast bi alîkariya derve yan jî nerasterast bi redkirina bikaranîna hemû amûrên dîplomatîk ên di destê wan de, beşdarê jenosîda 120,000 welatiyên Komara Artsaxê ye û dibe ku li pêşberî dadgehê ji ber sûcê hevkariyê were hesibandin. Pêwîst e, ku rêberên navneteweyî demildest li dijî Azerbaycanê tevbigerin, da ku pêşî li mirinên zêdetir li Komara Qerabaxê bigirin:” di peyamê de hatiye gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button