Balyoza Amerîkayê ya li Ermenistanê Khrîstîna Quîn tekez kir, ku Amerîka bi piştgirîkirina serwerî û ewlekariya Ermenîstanê pabend e. Balyoz Quîn di serdana xwe ya xebatê ya li herêma Vayots Dzor de ev tişt got.
“Balyoz Quinn li herêma Vayots Dzorê bû, bi rayedarên herêmî re hevdîtin kir û rewşa ewlehiyê ya li ser sînora Ermenîstan-Azerbaycanê şopand. Balyoz bi waliyê Vayots Dzorê, şandeya çavdêriya Yekîtiya Ewropayê û nûnerên hêzên çekdar ên herêmê re hevdîtin kir. Di civînan de Balyoza Komara Ermenîstanê ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Lîlît Makunts jî amade bû. Balyoz Quîn bal kişand ser wê yekê, ku Amerîka ji bo piştgirîkirina serwerî û ewlekariya Ermenîstanê û her wiha ji bo avakirina aştiyeke mayînde li Kafkasya Başûr de, pabend e:” di peyama ku ji Balyozxaneyê hat belavkirin de, hate gotin.