
Narêk Nêrsîsyanê þiroçîyê e’skerîyê nafikire, wekî R’oava qezîya p’evçûna dewletê atomîyê mezindike.
Nav qisa t’ev “Armênprês”-ê ewî bawerî e’lamkir, wekî t’esîra e’lametîyê hemane anîna li zevtê heye.
“Vira ya hereferz ew r’astîye, wekî R’oava e’lametîyê ij Moskvayê sewtbûnê dide ber hesava û cöda gotî cûr’ê sîlih’aye isa ÿrîþbirinê r’adestî Ûkraînayê dike, k’îjan nikarin obyêkt û binxeleqê logîstîk- fir’egeha, sebirgehê xeta h’esinî, nöxtê r’adestkirinê, þar’iya, k’îjan t’opraxa Ûr’isêtêda ser dûraya mezinin, hedefkin û bihingêvin. H’erke ew ij cêrgê derk’vin, dêmek dûrî aqila nîne, wekî T’Û, çawa qölixçîyê Ûr’isêtêye derecblind e’lamdikin, dikare derbê atomîyêye dûravîtinê bigihîne”,- Nêrsîsyan got.
Bi xeverdana derheqa r’eqemnîþê h’alnivîsarêda, angorî k’îjana- sala 2022-a welatê pêþdaçûyî ser sîlih’darîyê 2,2 trîlîon dolara zêdetir xerckirine- þiroçîyê e’skerîyê binxetkir, wekî ew r’eqemnîþa ÿp’êce cidîye.
Bi t’exmînkirina wî- ösûla bêqezîabûnêye ort’emiletîyêp idî kevnbûye, navbera welat h’îmdarê þêwra bêqezîabûnêda miqabilîhevbûnê tûj pêþda hatine, dêmek þertê hemanda çetine qirara derxin. Bi fikra wî- xazma Israîlê bi cûr’ê mezin k’omek daye lecbezîya sîlihdarîyê, bi ç’e’vadayîna li mesela k’îjanê- gele welat, nav wê hejmarê- Îranê, pêr’a jî helan dane berne’mê e’frandina sîlh’a amtoîmêye arizî, lê Korêa Þimalê h’etta bin mecalê cezakirinêye ort’miletîyê didûmîne mûþekê atomîyê bicêr’bîne.
Bi t’ekrarkirina Nêrsîsyan- îro t’emamîya ösûla bêqezîabûnê t’esmîlî wergöhastina cehwerî dive, dêmek emê zûtirekê bivne þe’dê e’frandina ösûla bêqezîabûnêye din, h’erke r’îskê þer’ê atomîyê diha bilindvin.







