
“Em piştrast dikin ku dewriyeyên Mîsyona Çavdêriyê ya YEyê di gulebaranên ku li herêma me ya berpirsiyariyê qewimîn de amade bûne. Ti endamê mîsyona YEyê birîndar nebûne.“- li ser rûpela Twitterê ya mîsyonê hatîe gotinê.
Beriya niha jî berdevkê Wezareta Berevaniyê ragihandibû, îro 15ê Tebaxê derdora demjimêr 12:20, yekîneyên Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê bi çekên kêmyayî gule li çavdêrên Yekîtiya Ewropayê yên ku li ser rêya Vêrîn Şorzha dewriye dikirin, û otomobîla wan gulebaran kirine.