
Azerbaycan bi berdewamî dezînformasyonên şaş li ser rewşa xeta peywendiya Ermenî-Azerbaycanê û komkirina alavên leşkerî ji aliyê Ermenistanê ve belav dike. Ermenîstan bi awayekî fermî wan gotegotan red dike. Herî dawî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê jî ji aliyê koma çavdêr a Yekîtiya Ewropayê ya ku li Ermenîstanê wezîfedar dike hat redkirinê.
Pispor di analîzkirina rewşê de îhtîmal nakin ku Azerbeycan bi van gavan hewl dide ji bo êrîşeke nû paşxaneyek agahdar bike. Wek hincet behsa rewşa “dîwar”ê dikin ku beriya civîna awarte ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di warê hiqûqî û dîplomatîk de ji bo Alîyêv hatiye çêkirinê.