PoliticsTop

Medyaya Azerbaycanê vîdeoyên sexte belav dikin: Hêzên Parastinê ya Qarabaxê

Medyaya Azerbaycanê belavkirina vîdyoyên sexte berdewam dike.

Di 14ê Tebaxê de, medyaya elektronîkî ya Azerbaycanê vîdyoya duyemîn a sexte belav kir, ku vê carê karên kelehkirinê, yên ku tê îdiakirin ji aliyê yekîneyên Hêzên Parastinê ve, nîşan dide.

Di van demên dawîn de, bi awayekî berbiçav çalakiya servîsa çapemeniyê ya Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê û medyaya ku ji nêz ve bi wê pêkhateyê re hevkariyê dike, dezenformasyona bi rêkûpêk bi rêya kanalên fermî û nefermî belav dibe, tawanên tam derew ên, ku himber Wezareta Parastinê ya Qarabaxê re têne kirin, zêde bûye.

Wek ku me berê jî behs kiribû, armanca wan ew e, ku bala navneteweyî ji karesata mirovî ya li Qarabaxê, ya ku ji ber kiryarên Azerbaycanê pêk hatiye, dur xin, ji bo rewakirina binpêkirina agirbestê ji hêla yekîneyên Azerbaycanê ve li herêmên dagirkirî li Komara Qarabaxê, û wusa jî , ji bo provakasyonên paşerojê çêkirna bingehek agahdariyê .

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button