
Divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî berpirsyariya xwe ya parastina aştî û ewlehiya navneteweyî bi cih bîne. Ji bo pêşîgirtina li karesata mirovî ya li Qerebaxê, di cebilxaneya wî de gelek îmkan hene. Nûnerê Daîmî yê Ermenîstanê li Neteweyên Yekbûyî de, Mher Margaryan di hevpeyvîna xwe ya bi bernameya radyoya “Newshour” a “BBC” re got. Wî ev hevpeyvîn li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê belav kir.
Wî bi bîr xist, ku karwanê bargehên alîkarya mirovî ev du hefte ye, li ser sînor hatiye girtin û civaka navdewletî neçar e, rê li van tawanan bigire.
“Ya herî guncaw wê biryarek be, ku destûrê bide Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), ku şandeyek nirxandinê bişîne Qerebaxê û alîkariyên mirovî yên pêwîst bigihîne gel:” wî di hevpeyvînê de got.
Mher Margaryan anî ziman, ku di wê baweriyê de ye, ku ev rewş bi statuya Qerebaxê ve girêdayî nîne. Xelk mexdûr dibin, ji ber ku erzaq û derman têra wan tuneye , ji ber wê jî destwerdana civaka navdewletî pir pêwîst e.
“Pêwîste pêşî li hovîtiyên girseyî bê girtin:” Nûnerê hertimî yê Ermenîstanê li Neteweyên Yekbûyî got.
Wî bi bîr xist ku Dîwana Edaletê ya Navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî di meha Sibatê de tedbîrek demkî weşandibû û di Tîrmehê de jî careke din piştrast kiribû. Li gorî wê yekê, Azerbaycan divê hemû tedbîran werbigire, ku bê astengî çûnûhatina xelk, otombîl û kelûpelan bi rêya korîdora Laçînê (Berdzor) re, ku heta niha Azerbaycanê cîbicî nekiriye.
“Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî sê daxuyanî dan, yek di Kanûnê de, ya din di meha Sibatê de û ya dawî jî di 3ê Tebaxê de, ku banga pêkanîna bê şert û merc biryara dadgeha navneteweyî dike û cewhera wê ya girêdayiyê dubare dike. Gelek saziyên navneteweyî bang li Azerbaycanê kirin, ku biryara dadgehê bi cih bîne. Beriya mehekê jî me daxwazek taybet ji Encumena Ewlekariyê kiribû, ku bilez û bi bandor tevbigere li hember binpêkirina yasaya mirovî ya navdewletî ji aliyê Azerbaycanê ve û dabînkirina biryarên qanûnî yên dadgeha navdewletî. Heta niha tiştek nehatiye kirin:” got Mher Margaryan.