
Di peyama Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê de hat diyarkirin, ku di van rojên dawî de Azerbaycanê bi tundî belavkirina agahiyên derew û nerast ên têkildarî Komara Ermenîstanê zêde kiriye.
“Mînaka vê ya herî daw,î dezenformasyona li ser komkirina leşker û cebilxane li ser sînorên dewletî yen Ermenistan-Azerbaycanê ji aliyê hêzên çekdar ên Komara Ermenîstanê ve ye. Belavbûna van zanyariyên nerast, niyeta Azerbaycanê ya alozkirina rewşa herêmê nîşan dide.
Ligel, ku Komara Ermenîstanê gelek caran red dike jî, Azerbaycan îdiaya li ser hebûna artêşa Ermenîstanê ya li Qerebaxa Çiyayê, bi tevahî nerast belav dike:” wezaret radigihîne.
Wezareta Karên Derve bala civaka navneteweyî dikşîne ser wê yekê, ku pêşniyara Komara Ermenîstanê, ya şandina heyeteke navneteweyî ya rastiyan ji bo ronîkirina vê mijarê, ji aliyê Azerbaycanê ve gelek caran hatiye redkirin. Bi berdewamiya îddîayên Azerbaycanê, mîsyoneke bi vî rengî bi awayekî eşkere lezgîntir dibe.
Her wiha diyar e, ku yek ji armanca kampanyaya dezenformasyonê, ya ku ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye organîzekirin ew e, ku bala civaka navneteweyî ji kirîza mirovî ya li Qerebaxê û paqijkirina etnîkî dûr bixe:” Wezareta Karên Derve tekez kir.
Qeyrana mirovahî, ya ku li Qerebaxê ji ber blokekirina neqanûnî ya Korîdora Laçînê pêk hat, delîlek rasterast a binpêkirina daxuyaniya sê alî ya Azerbaycanê ya 9ê Çiriya Paşina 2020an e. Di van salên dawî de, Azerbaycanê hema hema hemû bendên daxuyaniya sê alî, bi taybetî xalên wê yên 1, 3, 5, 7, 8, 9 binpê kiriye.
Wekî ku ji hêla hevkarên navneteweyî ve hatî destnîşan kirin, Azerbaycan bi rêgirtina neqanûnî ya Korîdora Laçînê, biryarên qanûnî yên Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya 22yê Sibatê û 6ê Tîrmeha 2023an , derbarê dabînkirina tevgera bênavber a kes, wesayît û bar li her du aliyan di rêya Korîdora Laçînê de, binpê dike.
Wezareta Derve ya Ermenîstanê tekez dike, ku Azerbaycan bi berdewamî gelek rêkeftinên, ku di dema danûstandinan de hatine encamdan binpê dike.
Bakûya fermî jî di çarçoveya mekanîzmaya navneteweyî de diyaloga bi Stepanakertê re bi her awayî asteng dike.
Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê tekez dike, ku rojeva aştiyê li herêma me tu alternatîfek tineye. Em careke din tekez dikin, ku tevî hemû aloziyan, îhtîmala bidestveanîna aştiyeke demdirêj, bi îstîqrar û mayînde heye û em bang li Azerbaycanê dikin, ku xwe ji hemû pêngavên kêmkirina wê îhtîmalê dûr bixe.