PoliticsTop

Ararat Mîrzoyan wê beşdarî rûniştina lezgîn a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî be, ya ku li ser daxwaza Komara Ermenîstanê wê bê derbaskirin

Di 16ê Tebaxê de Wezîrê Karên Derve yê Komara Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan wê li New Yorkê be.

Wezîr wê beşdarî di rûniştina lezgîn a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî be, ku li ser daxwaza Komara Ermenîstanê li ser xerabûna rewşa mirovî ya li Qerebaxê di encama dorpêçkirina tam a Azerbaycanê de bê derbaskirin. Berdevka Wezareta Karên Derve Anî Badalyan li ser rûpela xwe ya “Facebook”ê daxuyanî da.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wê di 16ê Tebaxê de li ser mijara Qerebaxê civîn derbaske.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button