PoliticsTop

Serj Tankyan: Ji aliyê qanûnî ve, Qerebax qet nebûye beşek ji Azerbaycanê

Ji bo hemû Azerbeycanên faşîst ên, ku dibêjin Ermenîstan Azerbeycan e. Paytexta we, Baku, Ermenîstana dîrokî ye. Serj Tankyan, solîstê koma “System Of A Down”, di mîkrobloga xwe ya “X” (Twitter) de li ser vê yekê nivîsî.

“Heta sala 1918’an Azerbaycan ne welatek bû û heta Çiriya Paşina 1992’an jî dewletek naskirî nebu. Di sala 1991 de, Qerebax serxwebûna xwe ji Yekîtiya Sovyetê ragihand. Ji ber vê yekê, ji hêla qanûnî ve, Qerebax qet nebe beşek Azerbaycanê:” Tankyan got.

“Di çareserkirina pirsa mafê serxwebûna Qerebaxê de ev yek pir girîng e. Ew tu carî nebûye herêmeke cudaxwaz a Azerbaycanê. Heta ku Stalîn biryar da, ku wê bikeve bin kontrola Sovyeta Azerbaycanê, ew herêmek otonom bû, ku di bin hegemonyaya Rûsyayê de bû:” Tankyan zêde kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button