
Astengkirina rêya Laçînê ji aliyê Azerbaycanê ve, ku ev 8 meh in berdewam dike, li Qerebaxê dibe sedema rewşa awarte, êş û bêzariyê. Kenneth Roth, rêvebirê berê yê rêxistina mafên mirovan ya navneteweyî Human Rights Watch, li ser vê yekê di mîkrobloga xwe ya “X” (Twitter) de nivîsî.
“Divê ew demildest biryarên Dîwana Edaletê ya Navneteweyî bi cih bîne û rê, li ber veguheztin û tevgera azad a kelûpelên bingehîn, veke.” Roth got û “banga pisporên Neteweyên Yekbûyî ji Bakûyê re, ji bo rakirina blokên Korîdora Laçînê” jî pêra weşand.