PoliticsTop

Okampo bang li gelê Artsaxê kir, ku dengê xwe bigihînin Blînken: wî di belavoka xwa de behsa Kîm Kardaşîan û Êrîk Îsraelyan kir

Ji aliyê Azerbaycanê ve girtina Korîdora Laçînê, ku Ermenîstan bi Qerebaxê ve girêdide , astengkirina xwarin, sotemenî, derman û tiştên din ên pêwîst ji bo gelê herêmê divê weke jenosîd bê dîtin. Dozgerê berê yê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Luîs Moreno Okampo li ser mîkrobloga xwe ya “Twitter” ê li ser vê yekê nivîsî.

“Ermeniyên Qerebaxê ne deng in û ne jî nûnertiya wan a siyasî heye. Hûn dikarin bi deng û çavdêriyên xwe alîkariya wan bikin. Ev ê ji wan re bibe alîkar, ku bigihîjin Wezîrê Derve Blînken. Ew biryardar e û tenê ew dikare siyaseta heyî ya ji bo rawestandina Qirkirina Ermenîyan di sala 2023 de biguhere:” Luîs Moreno Okampo dibêje.

Okampo di wê postê de behsa stêrka televizyona Amerîkî Kîm Kardaşîan a bi eslê xwe Ermenî û berhemhêner Êrîk Îsraelyan kir û wan diyar kir, ku derfeta ermenîyên Qerebaxê tuneye, ku dengê xwe bigihînin cîhanê û bang kir ku di vê mijarê de alîkariya wan bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button