PoliticsTop

Em hêvî dikin, ku welatên din jî beşdarî alîkariyên mirovî yên ji bo Qerebaxê bibin: Vardan Sarkîsyan

Zêdeyî 20 wesayitên alîkariyên mirovî, yên ku ji Ermenîstanê ber bi Qerebaxê ve tên şandin, 18 roj in li sînorê Kornîdzorê ne. Di vê demê de, dîplomatên li Ermenîstanê akredîte, nûnerên ofîsa Neteweyên Yekbûyî û delegeyên Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di cih de bi rewşê re hatin naskirin. Nûnerê koma xebatê ya birêvebirina krîza mirovî li Qerebaxê Vardan Sarkîsyan ji “Lurer” re got.

Ji bilî piştgiriya dewletê, otomobîleke din a kelûpelên pêwîst ên ji bajarên Fransayê hatin komkirin jî, gihîşt Syunîkê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button