
Balyozê bi peywirên taybet ê Komara Ermenîstanê Êdmon Marukyan li ser mîkrobloga xwe ya “Twîtter”ê dîsa amaje bi redkirina alîkariyên mirovî alyê Azerbaycanê ve, yên ku Ermenîstan Qerebaxê re şandiye, kir.
Wî bi taybetî nivîsî: “Ev karwanê mirovahî hê jî li vir li bendê ye, ku xwe bigihîne gelê Qerebaxê, da ku pêdiviyên xwe yên bingehîn peyda bike û birçîbûnê bi dawî bike. Lê Korîdora Laçînê, ku rêya jiyanê ye, hîn jî bi mehan e ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye girtin.
2 hezar jinên ducanî, 30 hezar zarok, 20 hezar pîr û 9 hezar astengdar,bi tewayî 120 hezar kes bi kêmxwarinê re têdikoşin û li benda vekirina blokên Korîdora Laçînê ne.
Civaka navneteweyî, bi taybetî endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, dikarin çekkirina birçîbûnê ya, ku ji aliyê Azerbaycanê ve wekî lûtkeya paqijiya etnîkî û qirkirinê tê bikaranîn, rawestînin:” wî nivîsî.