PoliticsTop

Rapora Moreno Okampo dibe ku di pêşerojê de bibe îdianame li dijî serokatiya Azerbaycanê: Marukyan

Alîkarê Serokomarê Azerbaycanê li ser rapora serokê berê yê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Luîs Moreno Okampo diyar kir, ku ew rapor alîgir e. Balyozê bi erkên taybet ên Komara Ermenîstanê Edmon Marukyan di mîkrobloga xwe ya “Twitter”ê de nivîsî.

Rapora serokê berê yê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî derbarê siyaseta jenosîdê ya Azerbaycanê de encam dide, û eger rapor alîgir bûya, yan jî ne li ser rastiyan bûya, wê Hîkmet Hacîyev û hemû propagandayên Azerbaycanê tu carî guh nedana wê û deqîqeyek ji dema xwe ji bo axaftina wê xerc nedikin.

Ji ber vê yekê, ev raporek bi hurmet, bi rastî û analîzan e, ku dibe ku di pêşerojê de li dijî serokatiya Azerbaycanê bibe îdianame:” Marukyan nivîsî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button