
Serokomarê Tirkiyê Erdogan beşdarbûna Enqerê di şerê sala 2020an de li dijî Ermeniyên Qerebaxa Çiya piştrast kir.
“Bi saya hevkariya me ya bi Azerbaycanê re, Qerebax hat rizgarkirin:” wî gotye.
Erdogan di wê baweriyê de ye, ku piştî êrişên Tirkiyê û Azerbaycanê, îhtîmala parastina aştî û aramiyê li Başûrê Kafkasyayê heye.
Berhemên vê aştî û îstiqrarê bi tevahî li gelê Qerebaxa Çiya yê, ku ji peywendiya bi cîhana derve re bêpar e, ku ji ber dorpêçkirina Korîdora Laçîn ji aliyê Azerbaycanê ve rûbirûyê qeyraneke mirovî ya giran bûye, tê dîtin.
Erdogan diyar kir, ku Tirkiye wê di her warî da têkiliyên xwe yên bi Azerbaycanê ra hîn xurtir bike.