PoliticsTop

Azerbaycan birçîbûnê li dijî gelê Qerebaxê wekî amûrek siyasî bikar tîne: Edmon Marukyan

Balyozê bi peywirên taybet ê Ermenîstanê Edmon Marukyan amaje bi hevpeyvîna nûnerê erkên taybet ê Serokomarê Azerbaycanê Elçîn Amîrbayov bi rojnameya Le Monde ya Fransî re kir, li ku Rayedarê Azerbaycanê bi eşkereyî qebûl kir, ku Azerbeycanê Korîdora Laçîn girtiye û li dijî gelê Qerebaxê çeka birçîbûnê wekî amûrek siyasî bikar tîne.

Marukyan li ser vê yekê di mîkrobloga xwe ya “X” ê (berê “Twitter”) de nivîsî.

“Em daxwaza xwe ji Azerbaycanê dubare dikin, ku dev ji birçîbûnê weke amûreke siyasî li dijî gelê Qerebaxê berde,ku wan neçar dike ku şert û mercên wê qebûl bikin, ku sûcê li dijî mirovahiyê ye:” Marukyan nivîsî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button