
Ah’med K’azêmîyê xebîrê îranîyî bi pirsê Qafqasîyayê derheqa qedexedadana sivdera Laçînêye hindava Bek’ûyêda xeverdaye.
K’azêmî anîye bîr, wekî 8 meha bênavbir’î Adrbêcanê sivdera Laçînê dadaye, k’îjan r’iya e’slî dinîanîgarîyê û t’arîxîye navbera QÇ’ û Ermenîstanêda.
Qewlî xebîrva- hevr’aqayîlne’ma sala 2020-îye agirr’awestinêda sivdera girêdana Adrbêcanêye Naxîcêvanêva têr’adîtî nîne, lê her t’enê bêh’esarkirina r’ê-dirba binxetbûyîye, a lema r’ewþa Bek’ûêye hemane derheqa sivdera Laçînêda h’îmê wêyî hiqûqîyê t’ine.
Bi gilîyê K’azêmî- Bek’û pey çar merema dik’eve- bi dadana sivdera Laçînê:
1.P’evgirêdanê navbera QÇ’ û Ermenîstanêda- bi meremê bi destê zorê întêgrasîakirina ermenîyê binelî yan cîgöhastina bi destê zorê
2.Bi t’ivdarekdîtina e’rd dirêjnekirina r’esûltîya ûr’isê e’dlayîp’arêz û seva ij neh’îyê berîdayîna wan- seva ewlekirina hazirîya NATO-ê, T’irkîaê û “r’êjîma sîonîstîyêye” diha mezin.
3.Hevr’axeverdanê sînorda þertê bêqanûnî li Ermenîstanê mecbûrkin
4.Þoûya þîretk’arîyê t’eþkîlkin- seva xevtandina “Sivdera NATO-êye T’ûranê” yan “sivdera Zangêzûrêye” qelp.
“Nêzîkbûna E’lîêvaye heman, k’îjan p’ir’î hindikî hink’ûfî nzîkbûna Bek’ûêye nisbetî kêmjimarê dine, pirsa k’efîlkirina bêqezîabûn û heqê ermenîya û kêmjimarê ÿt’nîke din dide k’ivþê, wekî bangînê mala E’lîêva bêh’îmin”,- K’azêmî serda zêdekirîye.