
Şîrketa televizyona dewletê ya Azerbaycanê “fîlmek” a 35 deqîqeyî nîşan daye ku tê de tevahiya axa Ermenîstanê ya serwerî wekî axa Azerbaycanê tê pêşkêş kirinê. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê Anî Badalyan li ser mîkrobloga xwe ya Twîtterê ev agahî parve kirîe.
“Wek hûn jî dibînin, Ermenistan ji nexşeyê “wenda dibe”. ev ji bilî propagandayeke eşkere û tehdîdeke neveşartî ye li ser serweriya cîranan e.
Herêmên Ermenîstanê, paytext Yêrêvanê û Gola Sêvanê bi navên şûnwarên Azerbaycanî xuya dikin. Ev ne cara yekem e. Bi îşaretên derewîn, Azerbaycan her dem raya giştî ya xwe bi hestên dij-ermenî dixwe. Weke reftareke ku ji bo herêmê nayê şermezarkirin û nayê qebûlkirin ê, divê ji aliyê hemûyan ve bi biryarî bê redkirin.” – wî nivîsî e.