All NewsTop

Îro derfet heye ku pêşî li paqijkirina tam a etnîkî ya li ser Qerebaxê bê girtinê. Êdmon Marûkyan

Balyozê Ermenistanê yê bi erkên taybet Êdmon Marûkyan di wê baweriyê de ye ku îro derfetek heye ku rê li ber paqijiya etnîkî ya tam a li ser Qerebaxa Çiya bê girtinê, ji bo parastina mafê 120 hezar Ermenî ku li welatê xwe bi rûmetî bijîn.

Wî li ser vê yekê di mîkrobloga xwe ya fermî ya Twitterê de nivîsandîe.

Marûkyan destnîşan kirîe ku 30 sal in Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropayê û aktorên din ên navneteweyî ji bo çareseriya aştiyane ya kêşeya Qerebaxê kedeke mezin kirine, lê di 22.07.23ê de, ji bilî şîroveyên xwe yên bi vî rengî, Serokomarê Azerbaycanê bi rastî qebûl kirîe ku “mîsyona wî ya heta hetayê, ew bû ku di şer de bi ser bikevin.”

Marûkyan gotîe ku em rûbirûyê endamên hovane yên şerê sala 2020ê ne ku ji aliyê Azerbaycanê ve li dijî her norm û prensîbên nîzam û qanûnên cîhanê hatiye destpêkirinê, lê îro derfetek heye ku rê li ber paqijkirina tam ya etnîkî ya Qerebaxê bê girtinê, ji bo parastina wê, mafê 120 hezar Ermenî ye ku li welatê xwe bi rûmet bijîn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button