
Festîvala “TARAZfest”ê dê di 12ê Tebaxê de li rezerva-muzeya dîrokî û çandî ya “Zvartnots”ê were lidarxistin da ku di nav ermenî û geştiyaran de eleqeya li ser cil û bergên ermenî zêde bibe û ji bo populerbûna cilûbergan tevkariyê bike.
Di beşa yekem a çalakiyê de pêşangeh-firotinek bi beşdariya esnafan û şîrketên ku berhemên Ermenîstanê temsîl dikin tê plankirin. Tevlîbûna balyozxaneyên ku li Ermenîstanê pejirandî ne û navendên çandî yên hûrgelên netewî jî kevneşopek baş e. Di beşa duyemîn a festîvalê de dê cil û bergên neteweyî bên pêşandan.