1-2 ê kanûnê, wextê merasîma bi sernavê “Zanistîyê û bîznêsê 2023”, çawa mêvanê mexsûs û xeberdankirê hîmlî, zanistê bi nav û deng, nivîskar û fîlosofê eyan Nasîm Talêb wê amadebe.
Wextê vîdêyokonfêransa tevî wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan û rojnamevanên ermenî, nivîskar gotîye wekî hatina wîye li Ermenîstanê wê mînanî tiştekî usabe, ku çawa ew vedigere malê, çimkî gelek hevalên wîye ermenî hene û pêwandîyên wîye tevî cimeta ermenî hene.Derheqa wê yekêda ewî gelek cara kitêbên xweda nivîsîye.
Vahan Kêrobyan gotîye, wekî ew merasîm wê bibe dikeke usa, kîjanê dinîyayên zanistîyê û bîznêsê bighînine hev û wê hevkarîyê bide pêşxistinê.