Azerbaycan bi qestî êş û azarên derûnî li dayik, xwişk û endamên din ên malbatên wan ên leşkerên Ermenî xistîe. Weqfa “Tatoan” di vê derbarê de raporek nû pêşkêş kirîe.
“Di şerê 44 rojî yê li dijî Ermenîstan û Qerebaxê de ku di sala 2020’an de dest pê kir û di 13-14’ê Îlona 2022’an de bi dawî bû, hêzên çekdar ên Azerbaycanê gelek sûcên şer kirine, ji wan îşkencekirina girtiyên şer û sivîlan, kuştinên bê daraz. Di bingeha wan de berdewamiya siyaseta faşîst a kîn û dijminatiya Ermeniyan a hikûmeta wî welatî ye.
Ev rapor behsa wan kiryarên tawanên Azerbaycanê dike û nirxandineke qanûnî dike. Wek mînak, li ser “Facebook”, “Twitter”, “TikTok” û torên din ên civakî, hesabên bikarhêner ên Azerbaycanê, ku temaşevanên Ermenî dikin hedef, wêneyên leşkerên malbatên wan ên hatine kuştin û îşkencekirin, belav kirin û rasterast ji malbatan re şandine.
Lêkolîn piştrast dikin ku sûcên navborî ji hêla rayedarên Azerbaycanê ve têne teşwîq kirin. Armanca wan ew e ku êşên giran ên derûnî bidin malbatan û di nav civaka Ermenî de rageşîyê bidomînin.